Berpirsê Besîc û ewlehiya Tehranê Hesen Hesenzade hate kuştin

Berpirsê Besîc û ewlehiya Tehranê Hesen Hesenzade hate kuştin

PeyamaKurd - Medyayên erebî û tora nûçeyan a N12 ragihandin ku doh Yekşemê, fermandarê payebilind ê Supaya Pasdaran Hesen Hesenzade di encama êrîşeke asmanî de li dilê paytexta Îranê Tehranê hatiye kuştin.

Hesenzade fermandarê yekîneya "Sipaha Mihemed Resûlulah" a Tehranê bû ku wezîfeya wî ya sereke parastina ewlehiya bajêr û birêvebirina hêzên Besîc bû.

Ev fermandarê ku hate hedefgirtin, bi taybetî di tepisandin û kuştina xwepêşanderan de wekî kesekî xwedî biryar û destê wî di gelek tawanan de hebû dihate naskirin.

Li aliyê din herî dawî Serokê Yekîneya Parastina Rêxistina Çavkaniyên Xwezayî ya Îranê Mecîd Zekeriyayî jî hatibû kuştin.