Derbeyeke nû li Tehranê: Serokê îstîxbarata Besîc hat kuştin

Derbeyeke nû li Tehranê: Serokê îstîxbarata Besîc hat kuştin

PeyamaKurd - Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku serokê îstîxbarata hêzên Besîc, Tûggeneral Îsmaîl Ehmedî, di encama êrîşeke asmanî ya hevbeş a Amerîka û Îsraîlê de jiyana xwe ji dest daye.

Di vê operasyonê ku roja Pêncşemê pêk hat, li gel Ehmedî sê kesên din ên payebilind jî hatin kuştin. Ev kuştina nû wekî derbeyeke mezin li ser sîstema ewlehiya navxweyî ya rejîma Îranê tê dîtin, ji ber ku Ehmedî di kontrolkirina xwepêşandanan û parastina rejîmê de xwedî roleke kilît bû.

Operasyona ku ji aliyê ajansa Tesnîmê ve hat piştrastkirin, parçeyek ji zincîre kuştinên serkirdeyên Tehranê ye ku di nava sê hefteyên dawî de hiyerarşiya leşkerî ya welat hejandiye. Tevî ku Îranê derbarê hûrgiliyên cihê êrîşê de bêdengiya xwe diparêze, lê tirs û fikarên li navenda desthilatdariya Îranê gihîştine lûtkeyê, ji ber ku "mêjiyê" îstîxbarata navxweyî êdî ji holê hatiye rakirin.