Berpirsek Iraqî ji bo Singalê diçe Tirkiyê

Berpirsek Iraqî ji bo Singalê diçe Tirkiyê

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan, gefên xwe yên li ser Şingalê domandin û got ew geşedanên li herêmê taqîn dikin û berpirsekî Iraqî dê îro seredana Tirkiyê bike.

Erdoganê ku do gotibû "Me operasyona Şingalê daye destpêkirin" îro diyar kir ku ew bi Iraqê re li Şingalê di têkiliyê de ne, geşedanên li wê derê dişopîne û li benda Bexdayê ne ku operasyona xwe bibe serî.

Erdogan wiha axivî:
"Do bişev min agahiya ku Rêveberiya Navendî ya Iraqê haziriya operasyonekê dike ji saziyên îstixbaratê stend. Dê ji Iraqê jî îro berpirsek were. Hêvîdar im ku em ji vê hevdîtinê encameke baş bistînin. Li hemberî tacîzeke ji wê herêmê dê Tirkiye ya îcab dike bike. Eger rêveberiya Iraqê bi ser nekeve emê bikevin dewreyê."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin