Bersiva Xamineyî bo Trump: Şer yekalî nabe!

Bersiva Xamineyî bo Trump: Şer yekalî nabe!

PeyamaKurd – Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî got ku danûstandinên bi rêveberiya niha ya Amerîkayê re encam nade û nabe sedema rakirina dorpêçan.

Xamineyî li baregeha xwe ya li Tehrana paytext bi komên xwendekaran ên ji çar aliyê welêt re hevdîtin kir û bal kişand ser banga Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo muzakereyên bi Tehranê re û wiha got: "Em ji bo muzakereyê amade ne û em dixwazin muzakere û aştiyê pêk bînin, lê Îran naxwaze vê yekê bike."

Xamineyî bi bîr xist ku Trump bi awayekî yekalî welatê xwe ji peymana nukleerî ya ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) di dewra xwe ya ewil da pejirandibû vekişandibû û got:

“ Ê baş e, çima Îran naxwaze muzakereyê bike? Ji xwe bipirsin! Em çend salan rûniştin û me danûstandin kirin, paşê heman kesî danûstandinên qedandî, qediyayî û îmzekirî hilweşand. Dema ku em zanibin ku wê bi ser nekeve em ê çi danûstandinan bikin? Danûstandinên bi rêveberiya niha ya Amerîkayê re wê nebin sedema rakirina sizayan, tenê wê cezayan hîn zêdetir tundtir bike."

Derbarê gefên Trump ên êrîşa leşkerî de jî Rêberê Îranê got, "Bi êrîşa leşkerî tehdît dike. Ev ne aqilane ye ji ber ku şer yekalî nabe."

 
Ev nivîs 69 car hatiye xwendin.