PeyamaKurd - Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent di daxuyaniyekê de ragihand ku ji sedî 80 heta 90ê geştên asmanî yên navneteweyî yên ber bi Îranê ve hatine betalkirin û diyar kir ku ew ne bawer in şandeya Îranê ya ku niha ji bo Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê ye, karibe vegere welatê xwe.
Bessent destnîşan kir ku li gorî biryarên nû, her balafirgeh an kesê ku xizmetguzariya sotemeniyê bide balafirên Îranê an jî bilêtan bifiroşe wan, dê ji pergala darayî ya dolarê Amerîkî were derxistin.
Ev gav di çarçoveya cezayên berfireh ên Amerîkayê yên li dijî sektora firokevanî û rejîma Îranê de tên avêtin ku ji ber şerê her du welatan û girtina Tengava Hurmizê zêdetir bûn.