PeyamaKurd - Sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hacî Mehmûd di çar saliya roja referandûma serxwebûnê de got, ew biryara girîng ji aliyê Serok Barzanî ve hat dayîn û Komîteya Bilind a Referandûmê bi tevahiya hêzên siyasî ve piştevaniya wê biryarê kir.
Hacî Mehmûd destnîşan kir, kesên ku li dijî referandûmê derketine jî, roja referandûmê tiliyên xwe bilind kirin û gotin ku wan jî dengê xwe dane serxwebûna Kurdistanê, ango ew nikarin li hember vîna gel rawestin.
Mihemedê Hacî Mehmûd di çar saliya roja referandûmê de ji K24ê re axivî û got: "Rêzeke min a taybet ji wê rojê re heye. Me di 25ê Îlonê de biryareke çarenivîsî û ya girîng diyar kir. Rêzeke min a taybet ji bo hemû kesên ku di bin fişarê de karîn ji sedî 93.8 deng ji bo serxwebûna Kurdistanê bidin.”
Mihemed Hacî Mehmûd diyar kir, “Ew hokarên bûne sedema referandûmê hîn jî berdewam e û xiraptir jî bûye. Bexda ti rêkeftin cibicî nekiriye, lê belê her ku çû derengtir xistiye, ji ber vê yekê divê referandûm ji bo çi hatiye kirin, were cibicîkirin.”
Sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê destnîşan kir: “Referandûm karteke zindî ye û daxwaza hemû gelê Kurdistanê ye, ji ber ku di dîrokê de Kurdan gelek bac dane, lê belê ji bo gelê me referandûm serkeftinek bû.”
Mihemed Hacî Mehmûd diyar kir: “Dibe ku gelek zext li ser me çêbûbe, lê belê tiştê girîng ew e ku me ji bo dost û dijminên xwe îsbat kir ku xelkê Kurdistanê çi dixwaze. Ewên ku behsa demokrasî û mafên mirovan û mafên netewî û azadiyê dikir, di asta Kurdan de bêdeng û ker û lal bûn.”
Mehmed destnîşan kir: “Referandûmê dîrokek tomar kiriye ku bûye karteke zindî, heta ew kesên li dijî referandûmê bûn jî, di roja referandûmê de nekarîn bêdeng bin û tiliyê xwe bilind kirin û bi 'Belê' dengê xwe dan ji bo serxwebûna Kurdistanê, ango nekarîn li hember îradeya miletê xwe, xwe rabigrin.”
Sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê tekez kir: “Her dem dayîk û bavên serkeftinê pir in, dema projeyek bi ser bikeve, gelek kes xwe lê dikin xwedî, lê dema serkeftin gavek paş ket, gelek kes xwe jê dûr dixin, loma ev biryara girîng Cenabê Serok Barzanî da û Komîteya Bilind a Referandûmê piştevanî kir, bi hemû hêzên siyasî, ku tu kes nekarî xwe jê dûr bixe, biryarek e ku di dîroka kevn û nû ya miletê me de tune bû.”
Biryara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ku 25ê Îlona 2017an hat lidarxistin, rojek wek îro 7ê Hezîrana 2017an bi yekdengiya aliyên siyasî yên Kurdistanê hatibû dayîn ew biryar di civîna Serok Barzanî û aliyên siyasî yên Kurdistanê de, hatibû wergirtin daku roja 25ê Îlona 2017an, ji bo serxwebûna Herêma Kurdistanê refeandûm were kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin