PeyamaKurd- Li Taipeiya paytexta Taywanê, kesekî bombeya mijê avêt metroyê û bi kêra di destê xwe de êrîşî derdorê kir; di encamê de 9 kes birîndar bûn.
Li paytexta Taywanê Taipeiyê, pêşî bombeya mijê avêtin îstasyona metroyê û piştre jî êrîşkar bi kêra di destê xwe de bi awayekî rasthatinî êrîşî mirovên li derdorê kir.
Hate ragihandin ku li cihê bûyerê ku hêzên ewlehiyê û ambûlans sewqî wir hatin kirin, 4 jê giran 9 kes birîndar bûne.
Bûyerê di metroyê de panîkeke mezin di nav xelkê de çêkir. Êrîşkarê ku bi hatina hêzên ewlehiyê xwest bireve, di navendeke kirînûfiroşiyê (MALL) ya li kêleka îstasyonê de bi birîndarî hate girtin. Li gorî agahiyên destpêkê yên polîsan, êrîşkarê 27 salî xwe ji qata 5'an a MALLê avêtiye û niha di nexweşxaneyê de tê dermankirin.