Bi dronan êrîşî Balyozxaneya Amerîkî kirin!

Bi dronan êrîşî Balyozxaneya Amerîkî kirin!

PeyamaKurd - Erebistana Siûdî ragihand ku Balyozxaneya Amerîkî li Riyadê ji aliyê du balafirên bêmirov (UAV) ve hatiye êrîşkirin.

Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî derbarê vê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku, li gorî nirxandinên destpêkê, Balyozxaneya Amerîkî li Riyadê ji aliyê du UAVan ve hatiye êrîşkirin, di encamê de şewatek piçûk çêbûye û zirarên madî li avahiyê çêbûne.

Di vê navberê de, daxuyaniyek ji hesabê medyaya civakî yê şîrketa X a li Amerîkayê, ku girêdayî Balyozxaneya Amerîkî ye, ji welatiyên Amerîkî yên li Erebistana Siûdî xwest ku li cihê xwe bimînin.