Bi dronan êrîşî Moskowê hate kirin

Bi dronan êrîşî Moskowê hate kirin

PeyamaKurd - Di êrîşa bi balafira bêmirov a li ser Moskowê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn.

Waliyê Moskowê Andrey Vorobyov li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyanî da û ragihand ku sîstema wan a parastina hewayî êrîşa balafira bêmirov a li ser herêmê asteng kiriye, lê li herêma sanayiyê Novoselki ji ber li hin nuqteyan hate xistin şewat derket.

Vorobyov diyar kir ku di êrîşa li ser qada sanayiyê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn.

Rayedarên Rûs ragihandin ku li herêma Leningrad 17 balafirên bêmirov hatine xistin, ji ber êrîşê li tesîseke lojîstîkê ya nêzî şîrketa e-ticaret Wildberries şewat derket.

Li aliyê Ûkraynayê jî Waliyê Herêma Sumi Oleg Grygorov diyar kir ku ji ber êrîşên hewayî yên artêşa Rûs ên di saetên şevê de, du zarok û kalekî jiyana xwe ji dest dan. Grygorov destnîşan kir ku cenazeyên 2 zarokên keç, ji bin kavilên xaniyên hilweşayî hatin derxistin.