PeyamaKurd – Ji dora Xeta Kesk ya li Bexdayê ku balyozxane û mîsyonên welatên biyanî tev tê de ne, bi dronan êrîşê balyozxana DYAyê kirin. Di encama êrîşê de agir bi balyozxanê ket.
Hat ragihandin ku bi 3 İHAyan êrîşê balyozxana Amerîkayê ya li Bexdayê kirine û êrîş jî di wexta ku serokê DYAyê Trump li Koşka Sipî civîna çapemeniyê dikir de hatine kirin.
2 İHA li hewa hatine îmhakirin û yek jî ji derve de li dîwarê balyozxanê ketiye.
Tevî piştî êrîşê agir bi balyozxanê ketiye jî, heya niha terefê Iraqê li ser êrîşan ti daxwuyanî nedaye.