Li Derya Azakê bi İHAyan êrîşê 2 keştiyên barhilgir kirin: 5 Azeriyên deryavan mirin

Li Derya Azakê bi İHAyan êrîşê 2 keştiyên barhilgir kirin: 5 Azeriyên deryavan mirin

PeyamaKurd – Li Derya Azakê, nêzî peravên Kendava Taganrogê 2 keştiyên ku ji Tirkiyê diçûn Rostov-na-Donuyê û her 2 keştî jî yên barhilgirê barên ziwa bûn, ketin ber êrîşên İHA yên Ûkraynayê.

Rûsyayê ragihand ku her dû keştiyên bi navên Natra û Zircon bi İHAyan Ûkrayna li wan xistiye. Azerbeycanê jî got ku ji 25 welatiyên Azerbeycanê ku di keştiyan de bûn ku dixebitîn, ji wan 5 kes jiyana xwe ji dest dane. Terefê Ûkrayna jî ragihand ku di heman şevê de, li Mariupol, Berdyansk û di avên di bin kontrola Rûsya de bi temamî li 5 keştiyan xistine.

Fermandarê hêzên İHAyan yê Ûkraynayê Robert Brovdi ragihand ku keştiyên ketine ber êrîşan, di dexla Ûkraynayê ya diziyê de, di petrol û hilgirtina alavên leşkerî de bikartînin.

Brovdi, got ku keştî ji bo nasnameyên xwe veşêrin, ser navên wan boyax kirine, radarên wan girtine. Keştiyên Ûkrayna li wan xistine, keştiyên barhilgirên barê ziwa û tankêrekiye.

Zerara herî mezin di keştiyên bi navên Natra û Zircon de çêbû. Natra bi ala Belize û Zircon bi ala Palau ye. Keştî ji Tirkiyê diçûn Rostov-na-Donuyê da dexlê bar bikin.

Terefê Azerbeycanê ragihand ku keştî ne yên Azerbeycanêne lê xebatkarên wan welatiyên Azerbeycanê ne.