Bi munaqeşê re ji nîşka de dest avêtin çekan: 2 kuştî û yek birîndar

Dîroka Weşanê :
Bi munaqeşê re ji nîşka de dest avêtin çekan: 2 kuştî û yek birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Tokatê li gundê Kemalpaşa di navbera du terefên dijmin de munaqeşe derket û paşî ji nîşka de hinek ji wan dest avêtin çekan. Di şer de 2 kes mirin û kesekî birîndar bûn.

Munaqeşe di navbera A.G. (26), Ş.G. (22) û Rıza Aslan Genç (14), Yiğit Genç (30), E.Y. (17) de destpêkir. Munaqeşe mezin bû û A.G. û Ş.G. dest avêtin çekên xwe. Di encamê de Rıza Aslan Genç û Yiğit Genç giran birîndar bûn.

Rıza Aslan Genç û Yiğit Genç bi ambûlansê birin nexweşxana zankoya Gaziosmanpaşa ya Tokatê lê her dû jî li nexweşxanê can dan.

Birîndarê bi navê E.Y. rewşa wî başe û piştî rûdanê hêzêne welehiyê hem tedbîran zêde kirin û hem lêpirsînê dan destpêkirin.