Biden berî Trump were ser kar cezayên nû li ser Rûsyayê sepand

Biden berî Trump were ser kar cezayên nû li ser Rûsyayê sepand

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Serokê Amerîka Joe Biden, beriya seroktiyê radestî serokê hilbijartî Donald Trump bike, wê hejmarek cezayên nû li ser Rûsyayê bisepîne bi sedema şerê Ukraynayê.

Berpirsekî Amerîkayî yê nexwestiye navê xwe bide gotiye, “Joe Biden di rojên dawiyê yên desthilata xwe de alîkariyek bi bihayê 500 milyon dolaran da Ukraynayê. Herwiha biryar e çend cezayan li ser Rûsyayê bisepîne.”

Berpirsê Amerîkî daye zanîn, “Plana Serokê Amerîkayê Joe Biden wiha ye ku di vê heftiyê de, berî ku Donald Trump wekî Serokê Amerîkayê yê nûhilbijartî dest bi karê xwe bike, zêdetir cezayan li ser Rûsyayê bisepîne.”

Berpirsê Amerîkî got, “Ew ceza zêdetir aliyê aborî vedigirin û ev jî wekî piştgiriya Ukraynayê di şerê li beramberî Rûsyayê de ye.”

Çavkaniyê diyar kiriye ku rêveberiya Biden îro alîkariyeke bi bihayê 500 milyon dolaran ji bo Ukraynayê şandiye ku ji moşek û teqemenî û perçeyên balafirên şer pêk tên.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Trump beriya were hilbijartin gotibû, dema were ser kar ew dê di nav 24 saetan de dawîyê li şerê Ukrayna-Rûsyayê werîne.

Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.