PeyamaKurd - Serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden bi parêzgarên Demokrat û Komarî li ser vîrusa Korona axifî.
Bi rêya telekonferansekê Joe Biden civînek bi parêzgaran re pêk anî û da zanîn, parêzgarên ku beşdarî telekonferansê bûne, bi armancake hevbeş nîşan dan ku berî her tiştî Amerîkî ne.
Biden diyar kir, ji ber vîrusa Korona li Amerîka ji 250 hezaran zêdetir kesan can dane û da zanîn, bo têkoşîna dijî wê vîrusê divê ew bi hev re xebatên xwe bimeşînin.
Joe Biden destnîşan kir, pêşî divê eyalet, bajar û komên xwecihî ji Hikûmeta Federal alîkariya aborî bistînin û diyar kir, divê cîhên kar, dibistan û kesên dixebitin jî piştgiriyê bigirin.
Biden bal kişand ser dijwariyên belavkirina perpûna vîrusa Korona û diyar kir, divê ew bo 330 milyon perpûnan bi hev re xebatan bikin û bîragiştî jî bi awayekî rast agahdar bikin.
Serokê hilbijartî ragihand, ew bi parêzgaran re li ser karanîna maskan jî axivîne û diyar kir, karanîna maskan ne helwesteke sîyasî ye, lê welatperwerî ye.
Herî dawî Biden da zanîn, ew ê karantîna li seranserê Amerîka ranegihînin û diyar kir, ew ê li şûna aboriyê, vîrusa Korona rawestînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin