Biden li ser Sinwar daxuyanî da

Biden li ser Sinwar daxuyanî da

PeyamaKurd – Biden derbarê kuştina lîderê Hamasê Sinwar li Xezzeyê daxuyanî da û got, "Îro ji bo Îsraîl, ji bo DYA û ji bo cîhanê rojeke baş e", Harris jî got, "Edalet pêk hat."

Piştî ku rayedarên Îsraîlî parve kirin ku Sinwar di êrîşa li ser Xezzeyê de " hatiye kuştin" Serokê Amerîkayê Joe Bîden û Alîkarê Serokomar Harris derbarê mijarê de daxuyanî dan.

Biden di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: "Îro ji bo Îsraîl, ji bo Amerîka û ji bo cîhanê rojeke baş e."

Biden bal kişand ser wê yekê ku wî ji 7ê Cotmeha 2023an pê ve hemû leşkerên Amerîkî yên pêwendîdar ji bo piştgirîkirina artêşa Îsraîlê erkdar kirine û di vî warî de alîkariya leşkerî dane Îsraîlê, Biden destnîşan kir ku geşedanên dawî dişibin "kuştina Usame Bin Ladin di sala 2011an de."