Biden: Li Xezzeyê pevguhertina rehîneyan hê destpêk e

Biden: Li Xezzeyê pevguhertina rehîneyan hê destpêk e

PeyamaKurd – Joe Biden derbarê agirbesta demkî û pevguhertina rehîneyan a ku di navbera Îsraîl û Hamasê de hat kirin de got, "Li Xezzeyê pevguhertina rehîneyan hê destpêk e."

Serokê Amerîkayê Joe Biden derbarê agirbesta demkî û peymana pevguhertina rehîneyan a di navbera Îsraîl û Hamasê de hat kirin de daxuyanî da.

Serokê Amerîkayê got, "Li Xezzeyê pevguhertina rehîneyan hê destpêk e. Di rojên pêş de dê rehîneyên din ji Xezzeyê bên berdan."

Biden careke din eşkere kir, ew piştgiriyê didin çareseriya du dewletan û diyar kir, di nav wendayan de 2 jin û zarokek welatiyên Amerîkayê ne.

"Hûn li bendê ne ku rehîneyên Amerîkî kengê bên berdan?" Biden di bersiva pirsê de got, "Em nizanin kengê, lê em dizanin ku wê bibe."

Biden bal kişand ser wê yekê ku baweriya wî bi Hamasê nayê û got: Operasyona Hamasê ya bi navê Tofana Eqsayê zirarê dide pêvajoya asayîkirina têkiliyên Îsraîl û Erebistana Siûdî.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin