Nêçîrvan Barzanî serdana Komela Dadgerî û Yekgirtiya Îslamî kir

Nêçîrvan Barzanî serdana Komela Dadgerî û Yekgirtiya Îslamî kir

PeyamaKurd –  Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, do li Hewlêrê serdana Komela Dadgerî ya Kurdistanê û Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê kir.

Li gor zanyariyan, di her du hevdîtinên cuda yên bi Serokê Komela Dadgerî ya Kurdistanê Elî Bapîr û Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Mihemed Behaedîn û berpirsên her du aliyan de, rewş û proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê, pirsa amadekirina destûra Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr – Bexda, hilbijartinên bê yên Iraqê û çend pirsên din hatin nirxandin.

Herwiha di hevdîtinan de, tekezî li ser girîngiya berdewamiya karê pêkveyî û hewldana hemû aliyan a alî û pêkhatên Herêma Kurdistanê bi navê yekrêzî û tebayîkirin û rola Serokatiya Herêma Kurdistanê wekî sîwana komker ya hemûyan bi bilindî hate nirxandin.

Hemû hevnêrîn bûn ku rûbirûbûna gefên niha û paşerojê ya Herêma Kurdistanê û karkirina ji bo hebûna çarçoveyeke karê hevbeş ya di navbera aliyan ya bi navê parastina berjewendiya bilind ên Herêma Kurdistanê dûrî li nakokî û cudahiyên siyasî, erkê hemûyan e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin