PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, li Washingtonê piştî hevdîtina ligel hemkarê xwe yê Qeterê Muhammed bin Abdurrahman Al Sanî, tevlî civîna online a derbarê ewlehiya xurekê li cîhanê bû.
Blînken got, Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn hewl dide berhemên çandiniya Ukraynayê li hember welatên Rojavayî wekî şantaj bikar bîne.
Wezîrê Amerîkî da zanîn ku di siloyên keştiyên nêzîkî bendera Odessa ya Ukrayna de, 20 milyon ton genim hatiye depokirin ku niha Rûsya hinardekirina berhemên çandiniya Ukraynayê asteng dike.
Blinken diyar kir ku divê Kremlîm fêm bike ku bi astengkirina veguhestina berhemên çandiniyê, birçîbûnê dibe derveyî sînorên Ukraynayê jî û got, “Bi awayekî bastî şantajê dike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin