PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken ji tora televizyona Avûstralyayê ya bi navê Nine Networkê re 60 deqe axifî. Avûstralya ew dewlete ku ji germbûna kureyî û kêşûhewayê zêdetir bandorê digre. Blinken li ser rewşa desthilata Putin ya li Rûsyayê, bi şerê Ûkrayna û li ser guherîna kêşûhewayê axifî. Blinken weha bersivan da:
“Eger em îznê bidin wan kiryarên ku Putin li Ûkrayna kiriye û jê re bihêlin, wê wextê rê li ber gelek kesan vedibe û eger bê ceza bimînin, êrîşkerên di pêşde derên ortê, dê bêjin ku ew jî dê bê ceza bimînin. Wê ev, ji bo dinya ku niha tê de şer heye, dê ji bo wan bibe reçete. Ji ber wê li serê din yê dinyayê li Avûstralya, Japonya, Kora Başûr an ku ji Ewrûpa dûr gelek welat rabûn ser piya.”
Li ser pirsa ji Blinken re hat kirin ku: ‘Karê we bi temamî bi rêvebirina talûkan re têkildare. Vladimir Putin bi şerê nuklerî tehdîd dike û di vê mehê de, me germa herî zêde di asta bilind de di dinyayê de dît. Di aqilê we de, di dinyayê de ji bo mirovahiyê tehdîda herî mezin çiye? Şer an guherîna kêşûhewayê?’ Blinken weha got:
“Ez dibêjim divê hun li hiyerarşiyê nerênin. Pevçûna potansiyel di nav de, hin tişt hene li pêşin û di navendê de ne. Em ji wan re dibêjin talûka li ber derî. Lê guherîna kêşûhewayê ji xwezayê de ji me re bêguman meydanê dixwîne. Yanî di derveyê îrada me de ye. Lê ev nayê vateya ku êrîşa Rûsyayê ya ser Ûkraynayê ne talûka li seranserê dinyayê ye. Em bi gelek talûkeyan re rû bi rû ne. Pêwiste em karibin di heman demê de bi hemûyan re eleqedar bidin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin