PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke vîdyoyî belav kir, ku tê de ji hemwelatiyan dixwaze metirsiya nexweşîna vîrusa korona cidî bigirin û pabendî rênimayên tenduristî bin.
Mesrûr Barzanî dibêje, hikûmetê hemû rêkarên pêwîst ji bo parastina canê welatiyan kiriye ku piştevaniya welatiyan hevkar dibe, ji bo rêgirtina derdê petaya koronayê.
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê herî dawî ragihandiye ku 76 kesên tûşbûyên Covid-19 li Herêma Kurdistanê hatine tesbîtkirin û heta niha yek ji wan jî wefat kiriye.
Mesrur Barzanî:
— PeyamaKurd/krd (@PeyamakurdKrd) March 23, 2020
Yên ku biryar û rêkaran wezaretên tenduristî û navxweyî binpê dike, ne tenê jiyana xwe ya her kesî dixe xeterê #Kurdistan #Covid19 #Coronavirus pic.twitter.com/Fw39lzZtOy
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin