Li Mebruka ya Serêkaniyê teqîn: 5 kes birîndar bûn

Li Mebruka ya Serêkaniyê teqîn: 5 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku li bajarokê Mebrûka yê dikeve rojavayê Serê Kaniyê teqînekê rû daye û 5 kes birîndar bûne.

Hat ragihandin ku teqîn îro bi riya otombîleke bombebarkirî li bajarokê Mebrûka yê di destê komên çekdarên girêdayî Tirkiyê çêbûye.

SOHRê ragihand ku li gor zanyariyên destpêkî di encama teqînê de 5 kes birîndar bûne.

Herwiha SOHRê da zanîn ku ji dema komên çekdar herêmên Kurdî yên li bakurê Sûriyê dagir kirine ve ewlehî li wan deveran têk çûye û gelek teqîn çêdibin.

Piştî dagirkirina herêmên Kurdî ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve, Fermandariya HSDê jî ragihandibû ku piraniya wan teqînan li ser sivîlan çêdibin ku tê xwestin, cih û warên xwe bihêlin û derkevin ku mebest guhertina demografîk e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin