PeyamaKurd- Nûnerê Karên Derve yê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell xwest ku rezervên dovîzê yên Rûsyayê yên ku hatine cemidandin, ji bo ji nû ve avakirina Ukraynayê bên bikaranîn.
Josep Borrell, di gotara ku dabû Financial Timesê de got ku piştî Talîban Efxanîstanê desteser kir, Amerîkayê pêkanînek li ser Bankaya Navendî ya Efxan kir. Pêkanîneke bi vî rengî, dê ji bo Yekîtiya Ewropayê jî aqilane be. Borrell bi berdewamî got, ‘Ev pere di destên me de ye, çima ev rêbaz ji bo pereyê Efxanan hat qebûlkirin, çima ji bo pereyê Rûsan neyê qebûlkirin?’
Daxuyaniyeke bi vî rengî, di rojên borî de ji aliyê Serokê Amerîkayê Joe Biden û Wezîrê Karên Derve Antony Blinken ve hatibû dayîn ku hebûnên Rûsyayê yên hatine cemidandin, ji bo Ukraynayê wekî alîkariyê bên şandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin