Peyamakurd- Jimareyeke berbiçav ji gelek serbazên Amerîkayê li Firokexaneya Herîr ku nêzîkî parêzgeha Hewlêr e, bi çetirên rizgarkirinê xwe avêtin xwarê ku bala gelek kesan jî kişandin ser xwe.
Li gorî agahdariya raporeke FOX Newsê di oprasyoneke serbazî de ku li Firokexaneya Herîr nêzîkî parêzeha Hewlêr pêk hatiye, serbazên Amerîkayê bi çetirên rizgarkirinê xwe avêtin xwarê ber bi Firokexaneya leşkerî li deşta Herîrê.
Çawa ku tê zanîn, ev Firokexaneya serbazî di bin desthilatdariya Amerikayê de ye û ji sînorê Temerçîn ya Îranê tenê 120 km dûr e.
Îranê derbarê vê babetê de qet zanyariyek yan jî helwestgirtinek belav nekiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin