Brunson ji zîndanê çû “zîndana malê”

Brunson ji zîndanê çû “zîndana malê”

PeyamaKurd- Rahîbê Amerîkayî Brunson ji 9ê meha 12an ya 2016an heya niha di zîndana bajarê Îzmîrê de, bi tewana ku li ser navê rêxistina FETÖ û PKKê sûc kiriye, hatibû girtin û di zîndanê de bû. Serokê Amerîkayê Trump jî li ser mijarê gelek caran rawestiyabû.

Ji Brûnson re heya 20 salî ceza tê xwestin. Dozger dibêje ku Brunson bi rêvebirên FETÖ yê re, bi navên wan yên kod  têkiliyan datanî.

Di darizandina celseya dawî de Brunson nehatibû berdan û zîndanîbûna wî dewam dikir lê parêzerê wî ragihand ku wan bo biryara dadgehê îtîrazê kirine û dosya çûye dadgeha jor ya cezayê giran.

Li ser îtîrazê medya Tirkiyê ragihand ku wê di zîndanê de nemîne û cezayê xwe li malê bikşîne ku jê re dibêjin “zîndana malê”.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin