Çîn bo balafiran bi 22 milyar dolarî sîparîş da Airbusê

Dîroka Weşanê :
Çîn bo balafiran bi 22 milyar dolarî sîparîş da Airbusê

PeyamaKurd – Şêrketên rêyên hewayî yên Çînê piştî di navbera Çînê û Amerîkayê de dijberiya bazirganî zêde bû, sîparîşên xwe yên balafiran bi bihayê 22 milyar dolarî ku wê 148 balafiran bikirin, dan şîrketa hilberîner ya Airbusê ya Ewrûpayê.

Airbus a Ewrûyê reqabetê bi şîrketa Amerîka bi Boeingê re dike û niha şansê Airbusê zêde bû. Şîrketên Çînê di dawiya meha borî de peymana xwe ya kirîna 148 balafiran îmza kirin.

Kirîna herî zêde ji aliyê şîrketa Air China de hat kirin ku ji Airbusê bi miqdarê 9,53 milyar dolarî balafir kirî ku dike 60 heb balafirên A320NEO.

Şîrket di 30.12.2025an de ragihand ku wê balafiran di navbera 2028-2032an de teslîm bistînin. Airbusê ragihand ku;

“Air China ku biryarê da ji malbata Airbus A320an ew çend balafiran bikire, em ji biryara wan gelek razîne.”

Di heman rojê de China Express Airlines 3 balafir, Spring Airlines 30 heb û Juneyao Airlines 25 heb balafirên Airbus A320 model kirîne û peymanan îmza kirine.

Roja dinê şîrketa kirêdarê balafiran ya navenda wê Hong Kong e, China Aircraft Leasing Group Holdings 30 heb Airbus A320 NEO model balafir kirî û peymanê girêda û wê balafiran heya sala 2033an teslîm bistîne.