PeyamaKurd – Çapemeniya Sûriyê diyar kir, artêşa rejîma Sûriyê 6 sîxurên welateke biyanî di nava xwe de eşkere kir û ew desteser kirin.
Li gor çapemeniya Sûriyê destnîşan kir, ew her 6 kesên tên gotin di nava artêşa Sûriyê de efser in û têkiliyên wan li gel dezgeheke îstîxbaratî ya welateke biyanî de hebûye.
Artêşa Sûriyê daye zanîn, ew her 6 efserên han zaniyariyên girîng derbarê liv û tevgerên efsereke hêzên asmanî yên Îranê dane welateke biyanî û ew efserê hêzên asmanî yê Îranê jî piştî wan zanyariyan li Sûriyê hatiye kuştin.
Herwiha weke tê zanîn beriya niha Îranê ragihandibû, efserekî hêzên asmanî yê Îranê li Sûriyê ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kuştin, ji ber vê çendê jî tê payîn ku, ev efserên Sûrî sîxurî bo Îsraîlê kiribin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin