PeyamaKurd- Kesê bi navê George Floydê ku ji aliyê polîs de hatibû kuştin, îro li Amerîkayê tê definkirin. Cenazê Floydî wê li eyaleta Hustonê, li devera Peralandê li goristana Houston Memorial Gardens li cem diya wî bê definkirin.
Cenazê Floyd duhî li dêra Fountaion of Praise bo ziyaretê hatibû amadekirin û bi hezaran kes wî ziyaret kiribûn.
Namzedê partiya Demokrat yê hilbijartina serokkomariya Amerîkayê Joe Biden li Houstonê bi mirovên Floyd re ji yek sietekî zêdetir hevdîtin kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin