CENTCOM: Balafira sotemeniyê 'bi fîşeka dost' ketiye

CENTCOM: Balafira sotemeniyê 'bi fîşeka dost' ketiye

PeyamaKurd - Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), derbarê balafira sotemeniyê ya tîpa KC-135 ku li Iraqê ketibû daxuyaniyek belav kir. CENTCOM’ê ragihand ku piştî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê, hat piştrastkirin ku her 6 endamên muretebatê yên di balafirê de jiyana xwe ji dest dane.

Ev qeza di dema operasyona bi navê "Xezeba Destanî" de ku li dijî Îranê tê meşandin, pêk hat. Di daxuyaniya artêşa Amerîkayê de hat diyarkirin ku hejmara leşkerên mirî gihîştiye 6an.

Hat ragihandin ku nasnameyên leşkeran piştî agahdarkirina malbatên wan dê ji bo raya giştî bên eşkere kirin.

Balafir ne bi fîşeka dost ketiye

Li gorî hûrguliyên ku CENTCOMê parve kirine, lêkolînên li ser sedema ketina balafirê berdewam dikin. Hat destnîşankirin ku balafir ne bi gulebarana dijmin û ne jî bi "fîşeka dost" ketiye. Di bûyerê de du balafir hebûn; yek ji wan li rojavayê Iraqê ketiye û ya din bi silametî daniye.

Hêjayî gotinê ye, her çend Amerîka dibêje balafir ji ber sedemên teknîkî an qezayê ketiye jî komên çekdar ên şîe yên nêzî Îranê ku di bin sîwana "Berxwedana Îslamî ya li Iraqê" de ne, berpirsyariya bûyerê girtibûn ser xwe û îdîa kiribû ku wan bi pergalên parastina asmanî balafira KC-135 a Amerîkayê xistiye.