CENTCOM: Bataryaya pekandina dronan hate ruxandin

CENTCOM: Bataryaya pekandina dronan hate ruxandin

PeyamaKurd – Fermandraya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên wan bataryaya avêtina balafirên bêmirov a Hûsiyên Yemenê rûxandiye.

CENTCOMê li ser hesabê fermî yê medya civakî Xê derbarê bersivdana êrîşên keştiyên bazirganî ji aliyê Hûsiyên Yemenê yên Îran piştevaniya wan dike de, daxuyanî da.

Di daxuyaniya CENTCOMê de hatiye gotin ku di êrîşên wan ên dawî yên ser binkeyên Hûsiyan de, li Yemenê bataryayeke pekandina balafirên bêmirov a Hûsiyan hatiye rûxandin.