CENTCOMê bîlançoya şerê Îranê eşkere kir

CENTCOMê bîlançoya şerê Îranê eşkere kir

PeyamaKurd - Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bîlançoya şerê 11 rojan a li dijî Îranê eşkere kir û ragihand ku di çarçoveya Operasyona Hêrsa Destanî de derbên giran li hêzên Îranî hatine xistin.

Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper, îro 11ê Adarê di civîne rojnamevanî de diyar kir ku hêzên Amerîkayê serdestiya esmanî ya tam bi dest xistine û şiyana moşekî û dronan ya Tehranê bi rengekî berçav ketiye.

Cooper destnîşan kir ku heta niha bi çekên zîrek zêdetirî 5 hezar û 500 armanc li hundirê Îranê hatine rûxandin û bi vî rengî hêza şerker a Amerîkayê zêde dibe, lê ya Îranê ber bi tunebûnê ve diçe.

Keştî û kargehên moşekan hatin wêrankirin

Cooper eşkere kir ku di nav armancên hatine lêxistin de 60 keştiyên deryayî hene û tenê doh çar ketişyên şer ên dawî ji polê "Suleymanî" hatine îmhakirin, ku ev yek tê wateya ji holê rakirina temamiya vê pola keştiyan.

Herwiha hat ragihandin ku balafirên bombeavêj ên Amerîkayê kargeheke mezin a çêkirina moşekên balîstîk bi tevahî wêran kiriye. Cooper da zanîn ku armanca wan ne tenê parastin e, lê belê hilweşandina sîstematîk a pîşesaziya berevaniyê ya Îranê ye da ku gefên paşerojê ji rih û rîşalan vekin û kontrola xwe ya li ser Tengava Hurmizê û avên navneteweyî mîsoger bikin.

Îran bi zanebûn sivîlan dike armanc

Fermandarê CENTCOMê bi tundî rexne li taktîkên şer ên Îranê girt û diyar kir ku hêzên Îranî li nav bajaran û li pişt sivîlan xwe vedişêrin, di heman demê de bi zanebûn sivîlên li welatên Kendavê dikin armanc.

Cooper tekez kir ku tevî van hewlên Tehranê jî, piştî 24 saetên pêşîn ên kampanyayê, êrîşên moşekî yên Îranê gelek kêm bûne. Di dawiyê de ragihand ku Amerîka niha xwediyê hevgirtîtirîn sîwana berevaniya esmanî ye li Rojhilata Navîn û esmanê Îranê di bin kontrola wan a berfireh de ye, ku ev yek rê li ber nîşandana hêza Îranê ya li herêmê digire.