Çep û rastê Îranê ne diyare

Çep û rastê Îranê ne diyare

PeyamaKuırd- Wezîrê karên derve yê Îranê Mihemmed Cewad Zarîf ragihand ku welatê wan di çarçoveya rêzgirtinê de, amade ye ku bi Amerîkayê re muzakereyan bike. Zarîf bo ajansa Japonya ya bi navê Kyodo axifî û got; şertên pêş bo muzakereyan tine ne lê divê rêvebiriya Washingtonê bo Tehranê rêz bigre. Zarîf weha got:

“Bo muzakereyên bi Amerîkayê re şertên me yên pêş tine ne lê divê her dû alî bihev bawer bin û berya wê, divê li hemberê hev rêzgirtin hebe.”

Bo parastina sîstema bankayê û îxracata petrola Îranê bo derve, bo li hemberê dorpêçên Amerîkayê biparêzin, wê heya paketa dorpêça Amerîkayê ya duyem ku di 5 ê meha 11an de dikeve dewrê, divê Brîtanya, Almanya û Fransa ew mekanizma ya ku amade kirine, divê bi wê tedbîrên baş bistînin.

Zarîf hem got ku tevî dorpêçên Amerîkayê, têkiliyên gelek welatan bi Tehranê re dimeşe û wê li hemberê dorpêçan biserbikevin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin