PeyamaKurd- Tankêra Îranê ya ku li Cebelîtariqê dest danîbûn ser û paşî serbest berda, her carê xwe nêzî welatekî dike. Berê rota xwe dabû Yûnansitanê û paşî dabû Tirkiyê. Herî dawiyê hatibû ragihandin ku tankêr berê xwe daye Lubnanê lê hukumeta Lubnanê dibêje ku rafîneriya wan tineye da petrola xam bikirin. Lubnan ragihand ku mijar derewe û tankêra bi navê “Adrian Darya 1” neçûye welatê wan. Di tankêrê de bi bihayê 140 mîlyon dolar petrola xam heye.
Berê dema gotin ku tankêr berê xwe daye Tirkiyê lîmana Mersînê, wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu gotibû ku tanker berê xwe daye Lubnanê. Li gor sîstema taqîba behrê; tanker niha li rojavayê Kibrisê xuya dike. Îran gotibû ku wan petrolê firotiye lê navê şîrket an kesê ku petrolê firotine wan nedabû û gotibû yên ku yên petrolê kirîne, ku derê bixwazin wê li wê derê teslîmê wan bikin.
Tankêr ji 4 ê tîrmehê de li ser avê ye û di 19 ê tebaxê de ji aliyê rêvebiriya Cebelîtarqê de hatibû berdan û ji wê wextê de li behrê digere.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin