Cesedê jina Endonezyayî li peravên Derya Sipî hat dîtin

Dîroka Weşanê :
Cesedê jina Endonezyayî li peravên Derya Sipî hat dîtin

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Antalya li navça Alanya li peravên deryayê cesedê jinekî ji Endonezyayê hat dîtin. Di encama tehlîla tenduristiyê de hat fêmkirin ku cesed yê jina bi navê Komang Dwantari (31) ye ku ji hemwelatiyên welatê Endonezyayê ye.

Cesed li dora 16.00an de li plaja bi navê Klepopatrayê hat dîtin. Dema hemwelatî cesed dîtin telefonê didin tîmên 112an û polîsan. Tev bi hev re diçin ciyê bûyerê û dibînin ku jin jiyana xwe ji destdaye û nasnama wê li ser şahidiya hevalên wê tê tesbîtkirin.

Li ser cesedê jinê qet şopa derbekî, kêrekî an gumanekî ku mirov şika kuştinê bike nedîtine. Cesedê jina navborî birin moga tiba edlî ya navça Alanyayê..