CHPyê bertek nîşanî qeyûmê bo şaredariya Wanê da

PeyamaKurd – CHPyê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a bo Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da.
Cîgira Serokê Giştî yê CHPyê yê Berpirsiyarê Wezareta Dadê û Parlamentera Îzmîrê Gokçe Gokçen, li ser tayînkirina qeyûm ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daxuyanî da:
“Ew her roj şiyar dibin da ku zirareke nû bidin welat.
Du roj beriya hilbijartinê bi tevlibûna Wezareta Edaletê ji bo desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin. Yekser piştî hilbijartinan, di encama helwêsta hevpar a gelek aliyên siyasî de, înîsiyatîfa qeyûm hat bipaşxistin. Niha ji bo qeyûm tayîn bikin bi rêya dadgehan hincetên nû çêkirine. Yanî demekê beriya niha biryar hatibû dayîn û li benda firsenda çalakiyê bû.”
Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.




