Xwepêsanderên Iraqê serokwezîrtiya Alawî red dikin

Xwepêsanderên Iraqê serokwezîrtiya Alawî red dikin

PeyamaKurd – Piştî erkdarkirina Mihemed Tewfîq Allawî bo serokwezîrtiya Iraqê protestoyên Iraqê ranewestiyan û xwepêşander dîsa derketin qadan.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih 1ê Sibatê bi fermî Mihemed Tewfîq Alawî ji bo pêkanîna Hikumeta Iraqê ya nû erkdar kir û li gorî destûrê pêwîste di nava 30 rojan de hikumet were avakirin.

Xwepêşanderên Iraqê erkdarkirina Alawî red dikin û xwepêşandanên xwe didomînin.

Li bajarê Nasriye, du roj in hêzên ewlekariyê û alîgirên Sedir hewl didin xwepêşandêran belav bikin, lê belê dîsa jî xwepêşandan dewam dikin û îro bi hezaran kes daketine qadan ku tê ragihandin, li bajarê Nasriye, pira Nesir, Hezarat û Zeytûnê ji trafîkê re girtine.

Herwiha xwepêşandêrên li Bexdayê jî bang li hemû xwepêşandêrên din yên Iraqê kirin ku xwepêşandanên xwe dewam bikin û erkdarkirina Alawî bo serokwezîrtiyê qebûl nekin.

Herdu hevpeymanên Fetîh û Saîrûn ên parlamena Iraqê piştgiriyê didin erkdarkirina Mihemed Tewfîq Alawî, lê ji hêla sûneyên Iraqê û Kurdan ve ti daxuyaniyên fermî yên piştgiriyê bo Alawî nehatine dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin