PeyamaKurd – Rûsya sîlihekî nû çêkiriye û ajansa Çînê ya bi navê Sina’yê li ser sîliha Rûsyayê şiroveyekî kir. Di gotara şiroveyî de Çîn dibêje ku sîstema sîlihên bi navê Sarmat, Avangard û Yars, xwediyê taybetmendiyên şer yên herî zêdene û bo dijminê xwe, di astekî zêde talûke de ye.
Di gotarê de tê gotin ku hêzên sîlihên stratejik yên Rûsyayê bi fuzeyên menzîla wan 10 hezar km. yî hatine guhertin, wê Amerîkayê bixe halekî asteng û balê dikşîne ser fuzeyên bi navên ‘Avangard’ û dibêje fuzeyên navborî, sîstema hewayî ya Amerîkayê nikare wan zeft bike.
Di gotarê de behsa leza fuzeyên Rûsyayê dike û weha dibêje:
“Fuzeyên Avangard dikare di deqeyan de bigihîje Washingtonê. Di 15 deqeyan de Amerîka nikare li hemberê fuzeyan derê, hetta dê nikaribe fîncanekî qehweyekî vexwe. Di şerekî nîzamî de tevî ku peravên Amerîkayê xwediyê sîstema herî baş ya parastinêne jî, li hemberê fuzeyên Avangardê wê bê parastin bimîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin