Çîn, di nav 2 hêzên welatê Myanmarê de agirbesê pêkanî

Çîn, di nav 2 hêzên welatê Myanmarê de agirbesê pêkanî

PeyamaKurd – Bi navbeynkariya Çînê li welatê Myanmarê agirbes çêbû. Piştî li Myanmarê derba leşkerî çêbû, leşker bûn desthilat û derbasî demokrasiyê nebûn, muxalefet li hemberê desthilata leşkerî şerê çekdarî da destpêkirin. Heya niha di şerê nav Myanmarê de 6 hezar kes hatine kuştin.

Çîn ket navbera rêvebiriya leşkerî û Artêşa Hevkarî ya netewiya Demokratîk (MNDAA) û di navbera wan de peyman hat îmzakirin. Peymana agirbesê bi hesêb 18 ê mehê an ku 2 roj berê, destpêkir.

Her dû teref li Çînê li eyaleta Yunnanê li payîtexta eyaletê li Kunmingê civiyan. Berdevka wezareta karên derve ya Çînê Mao Ning ragihand ku agirbes ji 18 ê mehê û bi şûnde destpêkiriye û her dû teref bi sedema rola Çînê ya agirbesê sipasiya Çînê kirine.

Di 1ê Sibat a 2021an de li Myanmarê esker dest danî ser rêvebiriya Myanmarê û ji ber kiryarên cûntayê yên nerewa, her roj rewşa Myanmarê xerabtir bû û heya du teref 6 hezar kesan ji hev kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin