PeyamaKurd – Di daxuyaniya ku di Civîna Bilind a G7 a dawiya hefteyê li Hîroşîmaya Japonyayê hat lidarxistin de, daxuyaniyên ku Çîn li herêmê "tehdîd" e, ji aliyê Pekînê ve bû sedema bertekeke mezin.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Çînê Sun Weidong, Balyozê Japonê yê li Pekînê Hideo Tarumî gazî wezaretê kir û helwesta protestoyî ya Çînê ya li ser "reşkirin"ên li ser mijarên têkildar ên Çînê ragihand.
Sun di daxuyanîya xwe de dîyar kir, Japonya wek seroka demkî ya G7, bi çendîn çalakiyan ji bo îftirakirin û êrîşa li ser Çînê bi welatên pêwendîdar re hevalbendî pêk anîye.
Weşana dewletê, Global Times, lûtkeyê wekî "Komxebatek Dij-Çînî" binav kir. Di gotara Global Times de hat gotin ku "Amerîka ji cîhana rojava re 'toreke li dijî Çînê' vekiriye" û wiha hat gotin, "Ev ne tenê mijara destwerdan û rûreşkirina karên navxweyî yên Çînê ye, di heman demê de, daxwazeke neveşartî ji bo pevçûna di navbera kampan de ye.”
Di daxuyaniya Balyozxaneya Çînê ya li Îngilîstanê de, li hember gotinên Serokwezîrê Îngilîstanê Rishi Sunak ên di lûtkeyê de yên ku gotibû, "Îro Çîn xetereya herî mezin a ewlekarî û bextewariya cîhanê ye" bertek hat nîşandan. Balyozxaneyê di daxuyaniyekê de bang li Londonê kir ku di zûtirîn demê de dev ji buxtanên xwe yên li dijî Çînê berde.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin