Çîn: Meclisa Almanya destê xwe dixe nav karê me

Çîn: Meclisa Almanya destê xwe dixe nav karê me

PeyamaKurd- Pekîn li dijî niqaşên binpêkirina mafê mirovan yên li herêma Sincanê ku di meclisa Almanya de li serê hat axaftin, derket. Balyozxane ya Çînê ya li Berlînê ragihand ku Almanya destê xwe dixe nava karên hundir yê Çînê.

Çîn ragihand ku tevî îtîraza wan bo Almanya, di civîna meclisa xwe ya di 8 ê vê mehê de, Almanya paxavê bi gotinên Çînê nekiriye dewleta Çînê bi sedema kiryarên li Sincanê tewanbar kiriye. Çîn niha dixwaze ku Almanya dev ji vî karê xwe yê ne rewa berde.

Almanya xwestibû ku heyetên serbixwe herin seredana Sinacanê û bo vê yekê jî ji Çînê îzin xwestibû. Nûfûsa Sincanê li dora 25 mîlyona ye. Wezîrê karên derve yê Almanyayê Heiko Maas û tevî karsazên Almanya wê îro herin Pekînê.

Li Pekînê dibe ku li ser mijara Ûygûran yên li Sincanê bê axaftin lê Pekîn Ûygûran bi kiryarên tevlihevkirinê tewanbar dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin