PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Çînê diyar kir ku tetbîqata salane ya "Joint Sea-2026", ku beşek ji hevkariya leşkerî ya di navbera her du welatan de ye, wê li av û qada hewayî ya derdora bajarê Qingdao li parêzgeha Shandong, rojhilatê Çînê, were lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hat zêdekirin ku piştî tetbîqatê, hin endamên ji her du aliyan wê li dora Okyanûsa Pasîfîk dewriyeyên hevbeş bikin. Armanca tetbîqatê ew e ku bersivek hevbeş li gefên ewlehiyê were dayîn û aştî û ewlehiya herêmî were parastin.
Li gorî Global Times, îro sibê li Bendera Qingdao merasîmek ji bo hêmanên deryayî yên Rûsyayê yên ku beşdarî tetbîqatê bûne hate lidarxistin.
Rûsya bi keştiya kruvaz "Varyag", firkateya "Rezkiy", binavî "Ufa" û keştiya rizgarkirinê "Igor Belusov" beşdar dibe.
Li aliyê Çînê, wêranker "Kaifeng" û "Anshan", firkateya "Wuhu", keştiya dabînkirinê "Kikishili" û keştiya rizgarkirinê ya binavî "Yangchenghu" wê beşdarî tetbîqatê bibin.