PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Derve ya Çînê Mao Ningê diyar kir ku Pekîn rewşa Sûriyeyê ji nêzîk ve dişopîne û hêvî dike ku di demeke herî nêz de aramî vegere û wiha got: “Em bang li aliyên pêwendîdar ên li Sûriyeyê dikin ku ewlekarî û ewlehiya dezgeh û personelên Çînê misoger bikin.”
Di daxuyaniya xwe ya di civîna çapemeniyê ya asayî de, Mao Ningê diyar kir ku Çîn hêvî dike ku hemû aliyên pêwendîdar li gorî berjewendiyên demdirêj ên gelê Sûriyeyê tevbigerin.
Ningê herweha tekez kir ku Balyozxaneya Çînê ya li Sûriyeyê berdewam e li ser pêkanîna erkên xwe û hikûmeta Çînê bi awayekî çalak alîkariya welatiyên Çînê dike yên ku dixwazin welatê xwe biterikînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin