Çûna Mescîdî Aqsa ji bo Cihûyan hat qedexekirin

Çûna Mescîdî Aqsa ji bo Cihûyan hat qedexekirin

PeyamaKurd – Nivîsîngeha serokwezîrtiya Îsraîlê ya Benyamin Netenyahu ragihand ku çûna Cihûyan an ku Yahûdiyan heya cejna Remezanê ya ji bo Mescîdî Aqsayê hatiye qedexekirin. Wê qedexe ji sibê û bi şûn de destpêbike bike û heya cejna Remezanê dewam bike.

Pêşniyara qedexeyê ji aliyê wezîrê bergiriyê Yoav Gallant, serokerkanê Îsraîlê Herzi Halevi, serokê Şin Bet ê Ronen Bar û rêvebirê asayîşa polîs Kobi Shabtai de hat kirin. Netenyahu ji bo ku wê sibê Yahûdî bi sedema wê herin ber Dîwarê Giriyê ya bi rex Mescîdî Aqsayê, fermana sitendina tedbîrên ewlehiyê da.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin