PeyamaKurd - Li Tirkiyê girtiyekî ku nêzî 300 roj di grêva birçîbûnê de bû, jiyana xwe ji dest da.
Girtiyê bi navê Mistefa Koçak ê li Girtîgeha Izmîrê ji ber daxwaza darizandina adil ev 297 roj in di girtîgehê de bû, jiyana xwe ji dest da.
Buroya Hiqûqê ya Gel, li ser hesabê medya civakî ragihand ku muwekilê wan Mustafa Koçak ê 297 roj bûn di grêva birçîbûnê de bû, jiyana xwe ji dest daye. Buroyê anî ziman ku muwekilê wan Mistafa Koçak ji bo darizandina bi edalet ketibû grêva mirinê û di hucreyê de bedena wî heliya. Buroyê di daxuyaniya xwe de got, "Zanibin ku dewletê ji bo şahidekî li dadgehê guhdar neke qetil kir.”
Mistefa Koçak li ser giliyê çavdêrekî nepen hatibû girtin û ji ber kuştina dozgerê komarî Mehmet Selim Kiraz dihat tohmetbarkirin û bi cizayê zîndanîkirinê yê heta hetayê dihat darizandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin