PeyamaKurd – Li bajarê Mersinê li navça Silifke bavê malbatê H.T.serê siba çû ser karê xwe, jina wî A.T. zarokên xwe di malê de hişt û çû marketê da pêdiviyên malê bikire. Market ji malê 300 metre dûr bû û zarokên xwe Ayaz (1) û Poyraz (7) li malê hiştibû.
Soba vêketî agir jê belav bû û cîran xeberê dan 112an. Tîmên pêwendîdar gihan ciyê bûyerê û dîtin zarok di nav xaniyê 2 qat de şewitîne.
Dema diya zarokan dageriya malê dît ku zarokên wê di nav agir de mirine. Piştî dozger jî çû ciyê bûyerê, cesedên her dû zarokan şandin morga nexweşxanê.
Bo dêyekî sûce ku zarokan di malê de bihêle û terka wan bike.