PeyamaKurd – Buhira Tendûrekê ya ku Agiriyê û bajarê Wanê digihîne hev, bi sedema barîna berfa zêde rê nade ku erebe tê de herin. Bilindahiya çiyayê Tendûrekê 2644 metreye û berfa wê deverê zû dibare.
Erebeyên ku dixwestin di Tendûreke de herin, di rê de man û niha tîmên vekirina rê dixebitin da rê vekin. Lê li Tendûrekê ne tenê berf dibare her weha bahoz û bamişt bi hev re heye. Li hinek deveran dîdara dîtina pêşiya xwe daketiye sifrê û kes nikare bilebite.
Rayedar dibêjin karê kî zêde ecele be, bila rêyên din bidin ber xwe da tê de herin.
Metorolojî radigihîne ku wê bi şev û rojê de berf daîmî bibare.