PeyamaKurd – Li bajarê Qersê berf zêde bariya û rêya bajarê Qersê- Selim û navça Gole ji ber berfê hat girtin.
Ji ber heya niha rê nehatiye vekirin rêya navbera Selim-Gole km yên 7-15 girtiye.
Tîmên vekirina rê yên berfê dixebitin da rê vekin lê ji ber bamişt zêdeye rêya vedikin ba berfê car din dixe nav rê û rê tê girtin.