PeyamaKurd- Suleyman Turan ê akterê sinema ya Tirkiyê di mala xwe de di 82 saliya xwe de dilê wî rawestiya û wefat kir. Bi sedema ku di mala xwe de bi serê xwe bû du roj bi şûnde xelk karibû bi wefata wî bihise. Dema cîran dîtin deng jê tine, ketin nav gumanan û ji polîs re telefonê kirin. Polîs deriyê malê vekir û di encamê de hat zanîn ku du roj berê dilê wî rawestiya ye.
Suleyman Turan di salên 1960an de dest bi xebata xwe ya sînemayê kiribû û heya dawiyê biliyê sînemayê bû. Fîlmên wî ji aliyê temaşevanan de dihatin hezkirin û heyranên wî yên wans alan gelek hebûn. Ne tenha sînama lê kovara karîkatoriyê û nivîsandina metnên an ku tekstên rêzefîlman hinek ji karên wî bûn. Turan ji aliyê hunermendên Tirkiyê de dihat hezkirin û bi sedema wefata wî gelek kes xemgîn bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin