PeyamaKurd- Serokê Tirkiyê Tayip Erdoğan di civîna dîwana bilind ya Fenerbaxçê de axifî û mijarê anî ser YPG ê. Cara ewilî di mijara ku Amerîkayê soz dabû Tirkiyê, weha got:
“Em û Amerîka civiyan. Me got di 120 sietan de wê derê xalî bikin em ê kontrola wê derê bixin destê xwe. Niha nivîsekî şandine ku herêmê ji YPG ê xalî kirine lê nikaribûn xalî bikin.”
Erdoğan got ku di demên dawiyê de li ser sînor, di vateya dîrokî de pêşdeçûnên girîng diqewimin û weha dewam kir:
“Me bo bergiriyê li êrîşên PKKê û YPG ê bigrin li ser sînor herêma bi ewle ava kir. Di operasyona Kaniya Aştiyê de bi piranî em gihan hedefa xwe. Me herêmê xiste destê xwe. Em bi terorîstan re li ser masê rûnanên. Em bi Amerîkayê re rûniştin. Me heman tiştî bi Rûsya re jî kir. Eger di nav 150 sietan de herêmê xalî nekin, em ê dest bi xebatê bikin û herêmê xalî bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin