PeyamaKurd - Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin bersiv da daxuyaniyên senatorê Amerîkayê yê Başûrê Carolineyê Lindsey Graham ku piştî hevdîtina ligel Trump behsa parastina Kurdên Sûriyê kiribû.
Kalin li ser medya civakî bertek nîşanî daxuyaniyên piştî hevdîtina Trump belav kiribûn da û got, “Hûn girêdana PKKya terorîst û şaxê wê yê Sûriyê PYDê dizanin û li ber raya giştî jî we ji her kesî eşkeretir îfade kir. Terorîst nabin hevpeyman. Çawa ku DAIŞ nûnertiya misilmanan nake, PKK jî nûnertiya Kurdên Sûriyê û deverên din nake.”
Lindsey piştî hevdîtina ligel Trump gotibû, "Dê Serok Trump ji bo vekişîna muhtemel van tiştan temîn bike: Yek; dê DAIŞ bi temamî were tunekirin. Didu; dê Îran nekeve herêmên vala bibin. Sisê; Dê hevpeymanên me yên Kurd werin parastin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin