Mûsewî got ku Amerîka bi wan re bazarê kiriye

Mûsewî got ku Amerîka bi wan re bazarê kiriye

PeyamaKurd- Fermandarê artêşa Îranê tumgeneral Abdûrrahîm Mûsewî di ser medya dewletê ya Îranê de ragihand ku Amerîka xwestiye bi wan re li ser êrîşa ser seha Aramco ya Erebistana Si’ûdiyê bazarê bike. Mûsewî got ku Amerîka bo wan weha gotiye:

“Em jî li dereka aî’dê Îranê bixin, hun dengê xwe dernexin. Bila ev mijar weha biqede. Rêvebiriya Tehranê bersiva wan daye gotiye eger hun lêxin, wê 10 bersiv bên dayîn.”

Mûsewî ragihand ku dibe destpêka şer di destê Amerîka de be lê dawîanîna şer di destê Îranê de ye û weha got:

“Eger şer destpêbike, wê desthilatî di destê me de be û heya em bixwazin wê şer dewam bike.”

Aliyê Îranê weha ragihand lê aliyê Amerîkayê hêj li ser mijarê tiştekî negotiye. Îran jî bes bo medya xwe ya fermî vê mijarê ragihandiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin